Çile 22, 2022 09:10 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Hêzên me bersiva êrişên DAIŞ'ê da û piraniya DAIŞ'yên reviyayî girtin

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku DAIŞ'ê piraniya şaneyên xwe kom kirin da ku êrişî girtîgeha Hesekê bikin û got: "Hêzên me bi alîkariya koalîsyonê bersiva êrişê da û piraniya revandî girtin."

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê twitterê parve kiriye got, "Rêxistina DAIŞ'ê  piraniya şaneyên xwe yên veşartî kom kiriye û hewl da bi rêya xwekujiyan û derxistina îsyanan di hundirê girtîgeha Hesekê de girtiyan birevîne.

Hêzên me yên ewlekariyê bi alîkariya koalîsyonê bersiva êrişê da, derdora girtîgehê bi temanî dorpêç kir û piraniya revandî, girtin.

Careke din em dibêjin ku şerê me yê li dijî DAIŞ'ê berdewam e. Heta ku tevahî endamên sûcdar neyên girtin, em ê nesekinin."

Serepeyv