Çile 21, 2022 14:02 Asia/Tehran
  • Nêzîkî 60 grûpên çete yên Tirkiyê herêma Efrînê di navbera xwe de parve kirine

Niha ku çar sal ji şerê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji bo dagirkirina herêma Efrînê derbas dibe nêzîkî 60 grûpên çete yên artêşa Tirkiyê dest danîne ser herêma Efrînê û ev herêm di navbera xwe ve parve kirine.

4 sal di ser dagirkirina Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê re derbas dibin û niha nêzîkî 60 grûpên terorîst û çete yên ser bi Tirkiyê ve Efrîn di navbera xwe de parve kirine.

Her grûpekê dest daniye ser navçeyekê, yên herî diyar jî, Feyleq el-Hemzat, Sultan Murad, Sultan Mihemed Elfatih, Lîwaya Sitan Silêman Şah, El-Cebhea El-Şamiye û Ceyiş El-Îslam.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên tundrew û çete ku xwe ser bi opozisyona Sûriyê dizanin û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû. 

Piştî wê êrişa berfireh a bi her core çekên giran û qedexe bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst û çete.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çeteyan de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên xwe bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çete, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî bi boneya 4emîn salvegera êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar li ser herêma Efrînê li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Li dijî şêniyên Efrînê binpêkirinên herî dijwar û hovane ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin kirin, her wiha bi darê zorê hatin koçberkirin. Li hemberî vê yekê aliyên navneteweyî yên aktîv tevnegeriyan.”

Mezlûm Kobanî di dewama de tekez dike, “Rizgarkirina Efrînê, vegera ewle ya şêniyan û rawestandina tawanan ji xebatên me yên pêşîn e.”

Serepeyv