Çeteyên ser bi dewleta Tirkiyê çar zarok li Efrîn revandin
Çeteyên ser bi Artêşa Tirkiyê 4 zarok li bajarê dagirkirî yê Efrînê û gundewarê bakurê Heleba Sûriyê revandin.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ê Efrîn, Ibrahîm Şêxo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, di dema 10 rojên pêşîn de, ji yekemîn meha sala nû ya 2022yan, çeteyên Tirkiyê, li Herêma Efrînê, 4 zarok revandine.
Ibrahîm Şêxo nîşan bi wê yekê da, mebesta çeteyan ji revandina zarokan ew e ku guşarê têxin ser kesûkar û malbatên wan, ji bo neçar bibin (fidyeya darayî) bidine wan, serbarî ku hinek caran ew çekdar bazirganiyê bi endamên mirovan dikin û bi nirxên bilind difiroşin.
Her li gorî wan zanyariyan, vê carê zarokên revandî ji koçberên hawirdekirî ne, ku li Efrînê hatine bicihkirin.
Ji destpêka sala 2022ê ve û heya niha, zêdetir ji 10 hemwelatiyên Kurd hatine revandin, cihekî şûnwarî hatiye têkdan û zêdetir ji 2 hezar û 534 dar li 6 cihan hatine birîn.
Li gor amarên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê di meha borî de li herêma Efrînê 66 kes ji aliyê grûpên çete yên girêdayî Tirkiyê ve hatine girtin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê di raporeke xwe de diyar dike ku ji destpêka dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çete û terorîst ve, wan girtina 8 hezar û 179 kesan belge kiriye, ji wan hezar û 635 girtî hatine êşkencekirin, 174 girtî hatine kuştin û 5 hezar û 430 girtî jî hatine berdan, lê heta niha çarenivîsa yên mayî ne diyar e.