Çile 10, 2022 11:08 Asia/Tehran
  •  Li taxa Şêxmeqsûda Helebê: Bi helbestan berxwendana Efrînê vegotin

Malbeta Heleb a Rewşenbîrî bi sernavê "Efrîna rûmet" şevbuhrêke helbestan li dar xist.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Bi wesîleya rasthatina salvegera 4'emîn a qonaxa yekemîn a Berxwedana Efrînê ya li dijî êrişên dewleta Tirkiyê, Malbenda Heleb a Rewşenbîrî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şevbuhêreke helbestan li dar xist.

20`ê Çileya 2018`an artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê bi çekên giran û pêşketî û bi 72 balafirên şer, êrişên dagirkirinê li dijî Efrînê dan destpêkirin. Şêniyên Efrînê bi mezin, ciwan û zarok, jin û mêr li hemberî van êrişa û di çarçoveya qonaxa yekemîn a Berxwedana de, li hemberî van êrişan berxwedaneke mezin nîşan da.

Şevbuhêrkeke helbestan bi sernavê "Efrîna rûmet" li hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin. Bi dehan helbestvan û endamên meclisên taxên amade bûn.

Helbestvan Ridwan Agirî, Mihemed Şêx Qenber, Sozdil Nibo, Mudris Talkelî, bavê Cengê, Mihemed Elî, Mihemed Heftaro, Zozan  Dehar, Îsa Ehmed û Ismet Mistefa helbest gotin.

Helbest li ser berxwedana Efrînê ya li dijî êrişên hovane yên artêşa Tirkiyê û hêviyên vegera li Efrînê bûn.

Serepeyv