Çile 06, 2022 13:51 Asia/Tehran
  • Efrîn: Komên girêdayî bi Tirkiyê li Mabata derdora 300 darên zeytûnan birîn

Çeteyên firqeya Hemzet yên ser bi Artêşa Tirkiyê li navçeya Mabata ya Herêma Efrînê ya dagirkirî, derdora 300 darên zeytûnan birîn.

 Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Çavkaniyên ji navçeya Mabata ragihand ku çeteyên Firqeya Hemzet yên girêdayî bi Artêşa Tirkiyê li gundê Dargirê yê navçeya Mabata yê Herêma Efrînê derdora 300 darên zeytûnan qut kirin.

Têkildarî hûrgiliyan çavkanî destnîşan kir ku çeteyan bi traktoran dar qut kirin da ku bikin êzing û piştî bi dawî kirin, ber bi navenda bajarê Efrînê ve çûn. Ev dar ên "Hesen Bekir Birîmko ne

û li Ewropa bi cih bûye û radestî yek ji zarokên xwe kiriye."

Hawar Newsê her wiha nivîsiye: "Di rojên dawî de li Herêma Efrînê ya dagirkirî Çeteyên ser bi Artêşa Tirkiyê zêdetirî hezar û 800 darên zeytûnan qut kirin, da ku bikin êzing û li bazaran bifiroşin."

Serepeyv