Li gorî rapora herî nû ya zêrevana mafê mirovan a a Sûriyê talankirina bax û reên zeytûnê û mal û milkên niştecihên Efrîna Sûriyê bi destê çekdarên ser bi Sûriyê ve didome.
Ji ber daketina erdê di encama erdheja li başûrê Tirkiyê da, geliyek bi kûrahiya 50 mitrî çê bû.
Saziya Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê (SOHR) ragihand ku çekdarên ser bi Tirkîyê bi awayekî berfire darên zeytûnê li Efrînê dibirrin.
Çeteyên firqeya Hemzet yên ser bi Artêşa Tirkiyê li navçeya Mabata ya Herêma Efrînê ya dagirkirî, derdora 300 darên zeytûnan birîn.
Li herêma Efrînê ya bakurê Sûriyê grûpeke çekdar hejmareke darên zeytûnên welatiyan li nehiyeya Cindirêsê birîne.
Komên çete yên girêdayî îstîxbarata Tirkiyê li Efrînê hezar û 500 darên zeytûnan qut kirin û dest danîn ser du malên welatiyekî.
Şerê navxweyî li Sûriyê ku ji sala 2011 ve berdewam e, ziyaneke gelekî mezin gihande hemû warên jiyanê li wî welatî.
Hawar Newsê nivîsiye: "Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê li Efrîna dagirkirî nêzî 900 darên zeytûnan birîn."
Hawar News: "Ajansa Dengê Amerîkayê (VOA) diyar kir ku şêniyên Efrînê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne, neçar man ku berhemên xwe yên zeytûnan bifiroşin dewleta Tirkiyê an jî komên girêdayî bi wê."
Tirkiyê 90 hezar ton zeytûn û rûnê zeytûnê yê Efrîna dagirkirî firotiye Amerîka û Ewropayê.