Artêşa Tirkiyê tîma sererastkirina tora kehrebê li Til Temrê hedef girt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331204-artêşa_tirkiyê_tîma_sererastkirina_tora_kehrebê_li_til_temrê_hedef_girt
Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê tîma sererastkirina toreya kehrebeyê ku hêzên rûsî jî pê re ne li navçeya Til Temrê hedef girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2022 10:21 Asia/Tehran
  •  Artêşa Tirkiyê tîma sererastkirina tora kehrebê li Til Temrê hedef girt

Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê tîma sererastkirina toreya kehrebeyê ku hêzên rûsî jî pê re ne li navçeya Til Temrê hedef girtin.

Hawar Newsê (ANHA) wiha nivîsiye: "Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku tîma sererastkirina toreya kehrebê ya girêdayî meclisa navçeya Til Temir vê sibehê tevî hêzên rûsî berê xwe dan gundê Um El-Kêf da ku xeta 66 ku ji di encama êrişên dewleta Tirkiyê de ji xizmetê derketiye, sererast bike.

Nûçegihan diyar kir ku Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê tîma sererastkirina toreya kehrebê di dema gihaştina wir de kir hedef û ew neçar kirin ku tevî hêzên rûsî vegerin nava gundê Um El-Kêf."