Binpêkirina mafê mirovan li Efrînê berdewam dike: 8 kesên din jî hatin revandin
Çeteyên artêşa Tirkiyê li herêma dagirkirî ya Efrînê 8 kes ji 2 gundên vî bajarê kurdî li bakurê rojavayê Sûriyê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa terorîst a bi navê Polîsa Leşkerî roja 2/1/2022an bi ser gundê Hecîka yê navçeya Raco de girt û 2 welatiyên bi navê Ehmed Reşîd û Hesen Birîm revandin.
Vê rêxistinê herwiha diyar kir ku çeteyan ew her du welatî bi armanca standina fidyê revandine û wan bi “nobedarî di serdema rêveberiya berê de kirine” tometbar dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan di dewamê de ragihand çeteyên Tirkiyê yên grûpa Feyleq El-Şamê jî roja 30/12/2021ê bi ser gundê Fafirtînê yê navçeya Şêrewa de girt û dest bi pişknîna malan kirin û 6 kes revandin.
Rêxistina hanê da zanîn ku 4 ji kesên hatine revandin, kurên Xelîl Mihemed Şûtî ne û navên wan Ocelan, Husên, Ednan û Mihemed in. 2 kesên din jî, Casim Mihemed Qasimo û Omer Diyab in.
Wê rêxistinê herwiha diyar kir piştî lêpirsîn bi wan re hatin kirin, Casim Mihemed Qasimo û Omer Diyab hatin berdan û 4 birayên din jî çarenivîsa wan ne diyar e.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çete bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.