Artêşa Tirkiyê derdora bajarê Reqayê yê bakurê Sûriyê topbaran kirin
Çavkaniyên medyayî ragihandin ku artêşa Tirkiyê û têrorîstên girêdayên wê bi topan êrişî deverên bakurê bajarê Reqayê li Sûriyê kirine.
Li gor rapora roja duşemiyê ya ajansa “SANA”; Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê gundên El-Dabbas û Ebû Nitula û herêma Eyn Îsa ya li derdora bajarê Reqayê (Bakurê Sûriyê) kirin hedefa gullên topan.
Artêşa Tirkiyê zêdetirî 2 sal in ku bi hincet û îdiaya têkoşîna li dijî terorîstan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye.
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê herêmên dagirkirî yên Sûriyê kirine qada êrîşên li dijî gelê vî welatî û bûne sedema koçberiya gelek ji wan bi taybetê gelê kurd ê Sûriyê.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Sûriyê ji aliyê gel û hikûmeta Sûriyê û civaka navneteweyî ve hatin şermezarkirin.