Kanûn 27, 2021 10:36 Asia/Tehran
  • Hejmara qurbaniyên êrîşa Tirkiyê li Kobanî gihîşt 5 kesan

Hejmara qurbaniyên êrîşa Tirkiyê ya li ser Kobanî jiyana xwe ji dest dan gihişte 5 kesan.

Çavkaniynên xwecihî yên nêzîkî kurdên Sûriyê belav kirine ku hejmara kesên di êrîşa Tirkiyê ya li ser Kobanê de canê xwe ji dest dane, gihişte 5 kesan.

Li gor zanyariyan, 3 kesên din ku di êrişa Tirkiyê de birîndar bûbûn, li nexweşxanê canê xswe ji dest dane.

Biryar e kesên ku di êrişa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane îro bi merasîmekê li goristana Şehîde Dicle bi axê ve bêne spartin.

Roja Şemiyê (27.12.2021) balafirke bêpîlot a Tirkiyê li nêzîkî qesra Bozan Begê ku dikeve rojhilatê Kobanê ya bakurê Sûriyê malek kire armanc û di encamê de du kesan canê xwe ji dest dabû û 7 kesên din jî birîndar bûn, lê 3 kesên ku li nexweşxanê dihatin dermankirin jî canê xwe ji dest dane. Niha 4 birîndar mane.

Serepeyv