HSD: Tirkiyê li derdora Til Temirê êrişa bejayî dest pê kiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i330861-hsd_tirkiyê_li_derdora_til_temirê_êrişa_bejayî_dest_pê_kiriye
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên Tirkiyê li derdora Til Temir êrişa bejayî destpê kirine û şer û pevçûn di navbera hêzên wan û hêzên Tirkiyê de berdewam in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2021 14:31 Asia/Tehran
  • HSD: Tirkiyê li derdora Til Temirê êrişa bejayî dest pê kiriye

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên Tirkiyê li derdora Til Temir êrişa bejayî destpê kirine û şer û pevçûn di navbera hêzên wan û hêzên Tirkiyê de berdewam in.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Navenda Ragihandinê ya HSDê îro Çarşembê 22ê Kanûna 2021an diyar kir, hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê “êrîşa bejayî bo ser gundê Um el-Kêf li gundewarê bajarokê Til Temir” li Rojavayê Kurdistanê dest pê kirine.

HSD dibêje, hêzên wan rûbirûyî hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê dibin û bersiva êrişê didin.

Li gor daxuyaniya HSDê, “şer û pevçûnên dijwar li çend mihweran li derdora gundê Um el-Kêf berdewam in.”