Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kurdên Sûriyê: Aliyên dijmin li pişt teqîna Hesekê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i330804-hêzên_ewlekariya_hundirîn_ên_kurdên_sûriyê_aliyên_dijmin_li_pişt_teqîna_hesekê_ne
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kurdên Sûriyê (Asayiş) aliyên “dijmin” bi wê yekê tohmetbar dike ku li pişt teqîna duhî ya li bajarê Hesekê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 20, 2021 10:13 Asia/Tehran
  • Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kurdên Sûriyê: Aliyên dijmin li pişt teqîna Hesekê ne

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kurdên Sûriyê (Asayiş) aliyên “dijmin” bi wê yekê tohmetbar dike ku li pişt teqîna duhî ya li bajarê Hesekê ne.

Li taxa Giwêran a bajarê Hesekê yê rojhilatê Sûriyê duhî teqînek bi riya motorsîklekê hate kirin û di encamê de, 2 kes birîndar bûn.

Di wê derbarê de Asayişê di daxuyaniyekê de ragihand, “Kesên nenas ên ser bi aliyên dijmin ve, motorsîkletek li taxa Giwêran li bajarê Hesekê teqandin.”

Asayişê diyar kir: “Di encama teqînê de 2 kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxan.”

Asayişê herwiha ragihand ku piştî teqînê hêzên wan dest bi operasyoneke lêgerîna li êrîşkeran kir, ji bo ku ew ji ber kiryarên teroristî bêne darizandin.