Kanûn 16, 2021 22:02 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundewarên Til Temir û Eyn Îsa hatin topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê û komên çete gundê Derdare li gundewarê Til Temirê li bakurê Sûriyê, herwiha gundê Dibis û rêya M4 li gundewarê Eyn Îsayê topbaran kirin.

Çavkaniyên xwecihî li Rojavayê Kurdistanê belav kirine ku şeva bihorî Artêşa Tirkiyê û komên çete yên ser bi wê ve gundê Derdare li bakurê bajarokê Til Temir bi hawnan topbaran kirin.

Berî topbaranê, hejmarek hêzên Amerîkayê serdana wî gundî kiribûn. Li gor zanyariyan, piştî çend saetan ji derketina hêzên Amerîkî, gund ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên çete ve hat topbarankirin.

Ji aliyê din ve, heman çavkaniyan ragihandiye ku gundê Dibis û riya M4 li gundewarê Eyn Îsa jî ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çete ve hatine topbarankirin.

Heya niha ti zanyarî derbarê ziyanên topbaranên li ser wan deveran nehatine aşkerekirin.

Serepeyv