Kanûn 05, 2021 13:22 Asia/Tehran
  • Çeteyên girêdayî Tirkiyê 13 welatiyên Efrînê û Girê Spî revandin

Çeteyên ser bi Tirkiyê ve 13 welatiyên Kurd li Efrîn û Grê Spî revandine û çarenivîsa wan nediyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriye ragihand ku çeteyên Tirkiyê, berî 5 rojan, welatiyê bi navê Mihemed Nûr Qedmo yê 34 salî, ji xelkê bajarokê Bilbilê girtin.

Çeteyên artêşa tirk yên ku navê "Polîsê Leşkerî" lê kirine jî welatiyê bi navê Hejar Mihemed Kulîn ê 26 salî, ji gundê Beidîna yê ser bi nahiyeya Reco ji 27ê Mijdarê ve girtin.

 Herweha welatiyê bi navê Welat Elî Ebo yê 27 salî jî ji gundê Kaxrê yê ser bi nahiyeya Mabata girtine. heya niha jî sedema giritna wan ji kesûkaran re negotine.

Navenda belgekirina binpêkariyan li Efrînê jî ragihand ku 6 welatiyên herêma Efrînê ku jinek di nav de ye ji aliyê 3 grûpên çeteyên ser bi dewleta tirk ve hatine gitin.

Li navçeya Girê Spî jî, 4 kes ji malbata welatiyê bi navê Merwan Erîf, li gundê Hewîce hatin girtin, di nav wan de zarokeke temenbiçûk li gel dayîka xwe heye.

Navenda belgekirina binpêkariyan dibêje ji destpêka sala 2021ê ve, heta niha li Efrînê 633 kes hatine girtin ku 11 zarok û 32 jin di nav de ne.

Serepeyv