10 mûşekên Rejîma Siyonîst ji aliyê bergiriya asimanî ya Sûriyê va hatin jinavbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i330256-10_mûşekên_rejîma_siyonîst_ji_aliyê_bergiriya_asimanî_ya_sûriyê_va_hatin_jinavbirin
Navenda Aştiya Rûsiyê li Sûriyê ragihand: Bergiriya asimanî ya Sûriyê 10 mûşek ji 12 mûşekên ku balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst berbanga çarşemiyê avêtin ser Humsê, şopandin û ji nav birin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 25, 2021 05:34 Asia/Tehran
  • 10 mûşekên Rejîma Siyonîst ji aliyê bergiriya asimanî ya Sûriyê va hatin jinavbirin

Navenda Aştiya Rûsiyê li Sûriyê ragihand: Bergiriya asimanî ya Sûriyê 10 mûşek ji 12 mûşekên ku balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst berbanga çarşemiyê avêtin ser Humsê, şopandin û ji nav birin.

Li gorî rapora IRNAyê, Wadîm Kolît, Alîkarê Navenda Aştiya Rûsiyê li Sûriyê got: 6 balefirên şêrr ên F16 yên Rejîma Siyonîst roja çarşemiyê ji qqada asimanî ya Libnanê 12 mûşek avêtin aliyê parêzgeha Humsa Sûriyê.

Wî got: Bergiriya asimanî ya Sûriyê 10 mûşek ji 12 mûşekên avêtî bi pergalên BUK-M1 û Pantsir-S1 şopandine û ji nav birine.