HSD: Tirkiyê û çeteyên wê cinayet û binpêkirinên rêkeftinan berdewam dikin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihande ku Tirkiyê di binpêkirinên rêkeftinan de berdewam dibe.
Zanyariyên ku ji Navenda Ragihandinê ya HSDê ve hatine ragihandin nîşan didin ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li gundewarên Serê Kaniyê û Girê Spî binpêkariyên xwe yên li dijî xelkê deverê û siruşta deverê berdewam dikin, hevdem çekên giran û firokeyên çavdêriyê li navçeyê dixine tevgerê.
Li gorî ragihandina HSDê, tenê di dema 3 rojan de, 13 caran ew navçe ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve, hatine topbarankirin, di nav wan de 18, 19 û 20ê vê mehê(Mijdarê) de gundên ser bi Eyn Îsa û rojavayê Girê Spî û Serê Kaniyê û Riya M-4 a Navdewletî hatine gullebaran û topbarankirin.
Di heman çarçoveyê de 2 caran firokeyên çavdêriyê yên Tirkiyê li esmanê Qamişlo hatin dîtin. 1 carê jî li gundewarê rojhilatê bajarokê Eyn Îsa û 4 caran li rojava û rojhilatê Kobaniyê.
Tirkiye ji du mehan ve, gefan dixwe ku ewê êrîşî kurdan li bakur û rojhilata Sûriyê bike.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê her roj gundên Eyn Îsa û Til Temirê topbaran dikin, ji ber topbaranê welatiyên çend gundan malên xwe vala kirine û koçber bûne.