Di teqîna duh li Efrînê de 13 kes hatin kuştin û birîndar bûn
Di encama teqîna duh ya li bajarê Efrînê de ku ketiye bakurê rojavayê Sûriyê, 3 kesan canê xwe ji dest da û 10 kes jî brîndar bûn.
Walîtiya Hatayê ragihand ku bi mûşekan êrişa navenda Efrînê hatiye Kirin û di encamê de 3 kesan canê xwe ji de 10 kes jî brîndar bûne.
Li gor walîtiya Hatayê duh derdora 18:00ê êvarê bi mûşekan êriş pêk hatiye.
Herwiha walîtiyê ragihand ku 6 mûşek bo navenda Efrînê hatine avêtin û di destpêkê de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne û kesên birîndar bo nexweşxanên derdorê hatine veguhestin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst ên ser bi vî welatî.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çeteyan de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên xwe bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatine encamdan.