Mijdar 09, 2021 09:09 Asia/Tehran
  • 15 gundên Til Temirê ji ber êrişên Tirkiyê hatine valakirin

Ev demeke artêşa Tirkiyê û çeteyên wê rojane gundên Zirgan û Til Temirê topbaran dikin, ji ber topbaranê welatiyan 15 gundan malên xwe vala kirine û koçber bûne.

Di van demên dawiyê de ligel êrişî û gefxwarînên Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê û bakura vî welatî, piraniya xelkê navçeya şer li Til Temirê malên xwe vala kirine.

Li ser nexşeya şer ku ji Til Temir heta bi Eyn Îsayê ve derdora 50 gundan hene. Li gorî jêderên serbazî  15 gund ji wan gundan bi temamî vala bûne ku tevgera serbazî ya Rûsî û hikumeta Sûriyê li wê navçeyê berdewam e.

Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) dibêje gefên Tirkiyê cidî ne, lê pêşbîn nakin di dema nêzîk de Tirkiyê karibe operasyoneke serbazî encam bide.

Serkirdeyekî ji MSDê Hisên Ezam jî dibêje: “Tirkiye her car gefê dixwe û piştre jî êriş dike. Em dibînin gefên Tirkiyê cidî ne, lê hêvî dikin ku pêk neynê. Em bi rêyên dîplomasî hewl didin Tirkiye êriş neke.”

Tirkiye ji du mehan ve, gefan dixwe ku ew dê êrîşî kurdên Sûriyê bike û dest bi operasyon çarem bike. Asta gefên Tirkiyê di çend rojên dawiyê de kêm bûye, lê topbaran rojane heye.

Serepeyv