Çekdarên nenas li Dêrazorê du kes kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i329789-Çekdarên_nenas_li_dêrazorê_du_kes_kuştin
Li gundewarê rojavayê Dêrazorê êrişeke çekdarî hate kirin, di encamê de du kes hatin qetilkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2021 20:21 Asia/Tehran
  • Çekdarên nenas li Dêrazorê du kes kuştin

Li gundewarê rojavayê Dêrazorê êrişeke çekdarî hate kirin, di encamê de du kes hatin qetilkirin.

Li bajarokê Hiweyîc Bomese yê gundewarê rojavayê Dêrazorê çekdarên nenas ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn gulle li du kesan reşandin û ew qetil kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên nûçeyan yên xwecî  ji herêmê dane, kesên hatine qetilkirin, Faxir El-Coşanî ye ji bajarokê Eyaş ê di bin serweriya hikumeta Şamê de ye û yê din ji bajarê Qamişlo ye, lê nasnama wî nehate diyarkirin.