Cotmeh 30, 2021 19:23 Asia/Tehran
  •  Li Bakur û rojhilatê Sûriyê 31 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest da

Li Bakur û rojhilatê Sûriyê amareke din a bilind a canjidestdana bi vîrûsa Koronayê hat tomarkirin.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Li Bakur û rojhilatê Sûriyê amareke din a bilind a canjidestdana bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) hat tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Bakur û rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 31 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 403 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 14 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 35143 kesan, ji wan 2426 kes baş bûne û 1324 kesan jî canê xwe ji dest dane.
 

Serepeyv