Cotmeh 30, 2021 14:14 Asia/Tehran
  • Sûriye; Rêxistina 'The Tablet' guhertina demografiyê ya li herêmên dagirkirî belge kir

Rêxistina 'The Tablet' têkildarî guhertina demografiyê ku dewleta Tirkiyê li herêmên Sûriyê pêk tîne, raporek weşand.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Li gorî raporê, xiristiyanên li Sûriyê xwe wek mezintirîn qurbaniyên guhertina demografiyê dibînin ku dewleta Tirkiyê bi awayekî veşartî li dijî wan pêk tîne.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber êrişên dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê xiristiyanên mayî neçar mane birevin û rê ji wan re nayê dayîn ku vegerin warên xwe.

Li gorî raporê, koçberiya bi darê zorê ya kêmneteweyan li bakurê Sûriyê ji bo dewleta Tirkiyê mijareke girîng e û j bo ku nehêle xiristiyan vegerin warên xwe, komên tundraw bi kar tîne.

Di raporê de axaftina serokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm hatiye bibîrxistin ku dibêje: “Beriya du salan anku sala 2019`an dema artêşa Tirkiyê êrişî herêmê kir, wan koman mal û milkên şêniyên herêmê desteser kirin."

Senherîb Bersûm dibêje: “Ev koçberkirineke plankirî e. Ji ber hebûna wan koman, koçber naxwazin vegerin warên xwe.”

Senherîb Bersûm balê dikişîne ser guhertina demografiyê ku dewleta Tirkiyê beriya vê li Efrîn û bajarên din pêk anî û diyar kir: “Ew niha li Girê Spî û Serêkaniyê bi rêya komên girêdayî xwe, guhertina demografiyê pêk tîne.”

Seroka Komîteya Azadiyên Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Menza di axaftina xwe ya li gel malperê de got: "Dagirkeriya Tirkiyê ya li ser bakurê Sûriyê, ne tenê li ser kêmneteweyên olî,  lê belê li ser Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gefeke xeternak e."

Nadine wiha domand: “Dewleta Tirkiyê û komên hevalbendên wê herî zêde xiristiyan û Kurdan dike hedef da ku demografiya bakurê Sûriyê biguherîne.”

Di raporê de hat destnîşankirin ku beriya aloziya Sûriyê, zêdetirî 130 hezar xiristiyan li bakurê Sûriyê hebûn lê piştî ku dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gelek gundên xiristiyanan dagir kirin, hejmara wan daket çend hezaran.

 

Serepeyv