Cotmeh 25, 2021 14:22 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê gelek çete û terorîstên xwe li nêzîkî Eyn Îsayê kom dike

Artêşa Tirkiyê amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî dikin û ji bo vê mebestê bi sedan çete ji Efrînê vediguhêzînin Girê Sipî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Serokên grûpên çeteyan ên ser bi Tirkiyê ve, bang li hemû endamên xwe yên li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin, di amadehiyê de bin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, hêzên Tirkiyê xwe amade dikin ku bi sedan çekdarên xwe ji Efrînê veguhezînin herêma Girê Sipî, da ku operasyoneke leşkerî pêk bînin.

Roja 22ê vê mehê jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû ku artêşa Tirkiyê, hêzeke leşkerî ku ji tank, top çekên giran û pêwîstiyên lojîstîkî pêk tê, gihand gundewarê Girê Sipî.

Ji aliyekî din ve, rejîma Sûriyê hêzên xwe yên leşkerî li eniyên Eyn Îsayê bicih kirin. Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk “HSD” jî hêzên xwe li rojhilatê Eyn Îsayê hember grûpên çekdaran kom kirine.

Ev amadekarî di demekê de ne, artêşa Tirkiyê û grûpên çete gefa êrîşkirina li ser bajarokê Til Rifetê û Eyn Îsayê dixwin.

Serepeyv