Li Eyn Îsayê di navbera çeteyên Tirkiyê û HSDê de şer derket
Li navçeya Eyn Îsa ya bakurê Sûriyê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çeteyên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûn derket.
Li gor çavkaniyên xwecihî, êvara roja Yekşemê, li Eyn Îsayê di navbera hêzên HSD û çeteyên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûn derketin.
Li gor heman çavkaniyan şer û pevçûn li ser rêya M4 a navdewletî li bakurê rojhilatê bajarokê Eyn Îsa derketine.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku grûpeke çete ya girêdayî Tirkiyê hinek pêgehên hêzên Sûriya Demokratîk kirine armanc û hêzên HSDê bersiv dane û şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketiye.
Heta niha di derbarê encamên şer û pevçûnan de tu zanyarî nehatine belav kirin.
Eyn Îsa ku bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê riya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.
Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.
Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Kurdistana Sûriyê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.