SANA: 24 terorîst û sûçkarên şewitandinên bi qesd ve hatin îdamkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i329551-sana_24_terorîst_û_sûçkarên_şewitandinên_bi_qesd_ve_hatin_îdamkirin
Li Sûriyê 24 kes bi sûça kiryarên terorîstî û derxistina şewatên li Sûriyê hatin bidarvekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2021 18:29 Asia/Tehran
  • SANA: 24 terorîst û sûçkarên şewitandinên bi qesd ve hatin îdamkirin

Li Sûriyê 24 kes bi sûça kiryarên terorîstî û derxistina şewatên li Sûriyê hatin bidarvekirin.

Ajansa SANA ya hikûmeta Sûriyê eşkere kir: “Şeva borî 24 mehkûm û sûçkar hatin bidarvekirin, ji ber encamdana çend kiryarên terorîstî yên şewitandinê, ku di wan bûyeran de çend kesan canê xwe ji dest dabûn û gelek zirarên madî gihiştibûn jêrxana Sûriyê.”

Vê ajansê herwiha ragihand: “Ew 24 kes di şewatên dawiya havîna borî de, madeyên sotemenî yên bihêz bi kar anîne û ji ber vê yekê zirareke mezin gihêşt serweta giştî û taybet.”