Li Şamê li dijî otobuseke leşkerî ya Sûriyê du teqîn çê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i329523-li_Şamê_li_dijî_otobuseke_leşkerî_ya_sûriyê_du_teqîn_çê_bûn
Vê sibehê li dijî erebeyeke hêzên Sûriyê li ser “Pireya Reîs” a li navarasta paytexta Sûriyê Şam, du teqîn pêk hatin. Hate ragihandin ku kuştî û birîndar hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2021 06:50 Asia/Tehran
  • Li Şamê li dijî otobuseke leşkerî ya Sûriyê du teqîn çê bûn

Vê sibehê li dijî erebeyeke hêzên Sûriyê li ser “Pireya Reîs” a li navarasta paytexta Sûriyê Şam, du teqîn pêk hatin. Hate ragihandin ku kuştî û birîndar hene.

Li gor ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê, otobuseke serbazî ya veguhestina efser û serbazan bi 2 mînên teqîner hatiye armancgirtin û di encamê de 13 kes hatine kuştin û 3 kes jî birînar bûne.

Li gor SANA, teqîn li nêzîkê Cisir el-Reîs, anku Pira Serok li naverasta Şama paytext çêbûye.

Vê ajansa nûçeyan herwiha ragihand,  yekîneyên endeziyariyê mayîna sêyemîn a li heman cihî hatibû çandin, bê bandor kiriye.

Malpera Rûsya Today jî got di teqîna li navarasta Şamê de 13 kes hatine kuştin.

Wezîrê Navxwe yê Sûriyê jî ragihand ku ev teqînên terorîstî di nav otobuseke serbazî de çêbûne.