Cotmeh 13, 2021 08:54 Asia/Tehran
  • Rûsya li Sûriyê êrîşên xwe ser çeper û pêgehên çeteyên Tirkiyê zêde kirine

Hêzên asmanî yên Rûsyayê êrîşên xwe ser navçeyên li bin destê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê berfireh dikin. Şeva borî, hêzên asmanî yên Rûsyayê bi rokêtan êrîşî çeteyên Tirkiyê li bajarokê Marihê kiribûn, lê heta niha encamên êrîşê nehatine aşkere kirin.

Êrîşên hêzên Rûsyayê li dijî grûpên çete û terorîst ên girêdayî Tirkiyê li Sûriyê zêde bûne. Hêzên asmanî yên Rûsyayê êdî netenê pêgehên grûpên terorîst û çete li bakurê rojavayê Sûriyê, lê li herêma Efrînê, Bab û Ezazê jî dikin armanc. Şeva Duşemê, hêzên asmanî yên Rûsyayê bi rokêtan êrîşî çeteyan li bajarokê Marihê kiribûn, lê heta niha encamên êrîşê nehatine aşkere kirin.

Li bakurê Helebê jî, roja yekşemê, êrîş dijî hêzên Tirkiyê hatibû kirin ku di encamê de 2 serbazên Tirkiyê hatibûn kuştin. Tevî ku hinek çavdêr wê êrîşê bi Rûsyayê ve girê didin, lê Tirkiyê her hêzên Kurdî tohmetbar kirin, û serokkomarê Tirkiyê Erdogan dîsan gef li wan xwarin û ew wek "terorîst" pênase kirin.

Li nav herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve û bi piştîvaniya terorîst û çeteyan hatine dagîrkirin, rewşa ewlehiyê pir xirab e. Pir caran şer û pevçûn di navbera grûpên çete bi xwe de jî derdikevin. Herwiha bi dehan teqîn li wan navçeyan çêdibin. Herî dawî, roja Duşemê, otomobîleke mînkirî li nav bajarê Efrînê teqiya bû û di encam de 6 kes hatibûn kuştin û 19 kes jî birîndar bûbûn, di nav wan de hejmarek çete hebûn, .

Serepeyv