Artêşa Tirkiyê di çarçêva dewama êrişên ser bakurê Sûriyê de gundekî Eyn Îsa topbaran kir
Cotmeh 02, 2021 09:39 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di çarçêva dagirkerî û êrişên xwe ser bakurê Sûriyê, gundekî Eyn Îsayê topbaran kirin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ku navê Artêşa Azad a Sûriyê lê kiriye, gundê Mieleq yê Eyn Îsayê li bakura Sûriyê topbaran kirin.
Li gorî medya herêmî li bakurê Sûriyê şeva borî artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundê Mieleq yê gundewarê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Li gorî heman jêderan, topbaranê heta derengiya şeva borî berdewam kir.
Heta niha behsa ti ziyanên canî yê topbaranê nehatiye kirin, tenê behsa şewata malekê ji ber wê topbaranê hat kirin.