Îlon 24, 2021 08:43 Asia/Tehran
  • Bombeyek li bajarê Efrînê teqiya

Li bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Helebê ku ji aliyê hêzên dagirker ên Tirkiyê û çeteyên wê yên ji komên terorîst pêkhatî ve dagir bûye, wesayîteke bombebarkirî teqiya. Di encama vê teqînê de 2 kes birîndar bûn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA), sibeha Pêncşemê di encama teqîna otomobîlekê de li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê yê Sûriyê, du kes birîndar bûn.

Li gorî vê raporê, komên têrorîst û çete yên ser bi Tirkiyê taxa Eşrefiyê dorpêç kirin û êrişî hin avahî û dikanên nêzîkî cihê teqînê kirin.

Li herêmên ku hêzên rejîma Tirk û çeteyên wê li Sûriyê dagir kirine, her roj teqîn, kuştin, bê ewlehî û pevçûn rû didin, 

Artêşa Tirkiyê bi hinceta ku metirsiya êrîşên çekdarên Kurd ji holê rake, derbasî bakurê Sûriyê bûn û qadên berfireh ên herêmê dagir kirin.

Hikûmeta Sûriyê hebûna Tirkiyê li ser xaka xwe neqanûnî dibîne û gelek caran hişyarî daye Tirkiy ku dagirkeriya xwe bi dawî bike.

Serepeyv