Îlon 19, 2021 09:58 Asia/Tehran
  •  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest da

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 4 kesan canê xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara herî zêde ya mirina bi Koronayê hat tomarkirin. Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest daye.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 273 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 4 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 24520 kesan, ji wan 2046 kes baş bûne û 835 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Serepeyv