Îlon 15, 2021 15:19 Asia/Tehran
  •  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest da

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 4 kesan canê xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 171 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 2 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 23456 kesan, ji wan 2028 kes baş bûne û 814 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

Serepeyv