Artêşa Tirkiyê gundên Şêrawayê topbaran dike
Îlon 15, 2021 00:44 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Bênê û Aqîbe yên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dikin.
Di van kêliyan de artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê gundên Bênê û Aqîbe yên navçeya Şêrawa ya kantona frînê bi çekên giran topbaran dikin.
Agahiyên têkildarî ziyanan hîn bi dest neketin.