Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 181 kesên din bi Koronayê ketin
Îlon 14, 2021 19:44 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro li van deveran 181 kesên din bi Koronayê ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane, mêrek ji Dêrazorê, jinek ji Qamişlo û jinek ji Reqayê ne.
Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku kesên bi Koronayê ketine 100 mêr, 81 jin. Her wiha desntîşan kir ku 7 kesên din baş bûne.
Bi van daneya re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 hezar û 285 kes bi Koronayê ketine, 812 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 26 kes baş bûne.
Serepeyv