Îlon 08, 2021 14:21 Asia/Tehran
  • YPGê îdiayên Wezareta Berevaniya Tirkiyê red dike

Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên kurdên Sûriyê îdiayên Wezareta Berevaniya Tirkiyê yên têkildarî teqîna li Efrînê ya 5ê Îlonê red dike û dibêje divê gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê bi daxuyaniyên Tirkiyê bawer nekin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG têkildarî îdiayên Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro daxuyaniyek da. û tê de da zanîn ku îdiaya têkildarî teqîna li Efrînê ya 5ê Îlonê ku hêzên wan pêk aniye, derew e.

YPGê di daxuyaniya xwe dibêje Tirkiye û çeteyên wê rojane li Efrînê sûcên mirovahiyê li dijî gelê herêmê pêk tîne û hewl dide pê hêzên wan (YPG) tawanbar bike.

YPG dibêje: Çeteyên girêdayî Tirkiyê li Efrînê, her roj êrişên  xwe zêde dikin û hem demografiya herêmê diguherînin, hem xwezaya herêmê têk didin, hem jî her roj binpêkirinên nû pêk tînin.

YPG herwiha dide zanîn ku çeteyên girêdayî Tirkiyê her roj bi hev re di nav pêvçûnan de ne, li gel wê jî li ser gelê herêmê her cure zext û zordariyê ferz dikin û Tirkiye û çeteyên girêdayî wê hewl didin binpêkirin û êrişên ku bi xwe dikin, wekî ku hêzên YPGê ew pêk anîne, bidin nîşandan.

Roja 5ê Îlonê, li Efrînê teqînekê rû da. Wezareta Berevaniya Tirkiyê îdia kir ku ev teqîn karê hêzên ser bi YPGê ye.

YPG dibêje: “Ev îdiayê Tirkiyê  ne rast e,  armanca nûçe û daxuyaniyên bi vê awayî, şerê psîkolojîk e. Divê gelê me û raya giştî ya cîhanê bi daxuyaniyên dewleta dagirker bawer nekin.”

Serepeyv