Îlon 08, 2021 13:08 Asia/Tehran
  • Çeteyên sûrî yên ku Tirkiye li pişta wan e zimanê Kurdî ji nav xwendina dibistanan derxist

Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Demkî ya çeteyan li deverên ku bi hevkariya Tirkiyê dagir kirine waneyên zimanê Kurdî ji nav programên xwendinê li dibistanên herêma Efrînê derxistin.

Li dibistanên herêma Efrînê, ya dagirbûyî ji aliyê Tirkiyê û grûpên çete, Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Demkî waneyên zimanê Kurdî ji nav programên xwendinê li dibistanan derxist.

Di tomareke dengî de ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin, Rêveberê dibistanekê tekez kir ku êdî zimanê Kurdî bi taybet li bernamên wanebêjiyê nemane.

Rêveberê ku ji bo sedemên emnî daxwaz kir ku nasnama wî neyê aşkerekirin, wêneyên bernamên wanebêjiyê bo Rûdawê şandine û tê de diyar dibe ku li şûna waneya bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin wane bi bijartî dibe.

Derbarê vê pêngavê de, Ednan Mûrad ku 15 salan mamoste bû li Efrînê dibêje: “Berê di hefteyê de du dersên zimanê Kurdî hebûn, niha ew jî ji nav bernamên perwerdeyê derxistine. Bêguman berpirsyarê sereke yê vê tawanê hikûmeta Tirkiyê ye û duyem jî hikûmeta demkî ya çeteyan e. Niha kirine bijarte lê kes nawêre hilbijêre.”

Serepeyv