Tebax 30, 2021 21:58 Asia/Tehran
  • Li Efrîn 6 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê li herêma dagîrkirî ya Efrînê, 6 kesên sivîl revandin, di nava wan de 3 keçik in.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa leşkerî roja 22 Tebaxê keça bi navê Hêvîn Ebdîn Xerîbo û roja 23 Tebaxê keça bi nave Lîna Zekeriya Îbiş ji gundê Behdîna yê ser bi navçeya Raco ve revandin.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, revandina wan her du keçan, bi armanca standina fidyê ji malbatên wan e.

Herwiha wê rêxistinê destnîşan kir, grûpa Polîsa Leşkerî roja 20 vê mehê 3 bira û xwikekê (Rûken, Mistefa, Heysem û Ciwan Şêxo) ji gundê Celemê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve revandin û eşkence kirin û ji ber eşkenceya hovane jî, yek ji wan ji bo nexweşxana Leşkerî hat veguhastin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn, piştî çend rojan ew her çar xwişk û bira ji bo Îstixbarata Tirkiyê hatin radestkirin û Îstixbarata Tirkiyê keçik berda û heta niha çarenivîsa her sê birayên din nayê zanîn.

Serepeyv