Li Qamişlo otomobîlek rastî êrîşê hat
Li ser riya Elî Fero ya di navbera riya M4 û bajarê Qamişlo de, otomobîlek rastî êrişê hat.
Medyaya nêzîkîkurdên Sûriyê ragihandiye duh pênceşmê li ser riya Elî Fero ya di navbera riya M4 û bajarê Qamişlo de ye êrîş li dijî otomobîlekê pêk hatiye.
Herwiha li gor zanyariyan ew otomobîla sivîlan bûye û heta niha ti encamên wê êrîşê nayên zanîn.
Cihê behsê ye ku roja çarşemê 18 Tebaxê jî di encama êrîşên hêzên Tirkiyê li ser gundewarên Hesekê de, 14 kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû; artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi wê ve, çarşemê gundên ser bi Til Temir û Zirganê ve topbaran kirine.
Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama topbaranê de jinek û zaroka wê hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de jin û zarok jî hebûn.
Civaka cîhanî li hemberî van cinayetên cengê yên Tirkiyê ku bêyî ti nîgeraniyekê sivîla qir dike, xwe bê deng kiriye.