Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i328361-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_39_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2021 08:40 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; 39 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; 39 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 21 kes li Hesekê, 8 kes li Qamişloyê, 9 kes li Dêrikê,1 kes li Reqayê ye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 19167 kesan, ji wan 1916 kes baş bûne û 770 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.