Topxaneya artêşa Tirkiyê êrişî Zirganê kir: 2 Kuştî û 11 birîndar
Topxana artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayê Enqerê navenda bajarokê Zirganê yê ser bi parêzgeha Hesekê li rojhilatê Sûriyê bi giranî topbaran dike û jinekê û zarokekê canê xwe ji dest dan,11 sivîlên din jî birîndar bûn.
Duh êvara 17ê Tebaxa 2021ê topxanên artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayê dewleta Tirkiyê bi dijwarî navenda bajarokê Zirganê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve topbaran kir, di encama wê topbaranê de jeneke 45 salî û zarokekê canê xwe ji dest dan û herwiha 11 kesên din jî birîndar bûn.
Ji ber vê topbaranê elektirîka tevahiya bajarokê Zirganê qut bûye.
Ji aliyê din ve artêşa Tirkiyê sê gundên Şehba û du gundên Til Temirê jî topbaran kirin.
Zanyariyên xwecihî ji navçeya Til Temir a Cizîrê li bakurê Sûriyê diyar dikin ku careke din Artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên alîgirên wê, gundê Derdare li bakurê nahiyeya Til Temir û gundê Til Şenan û derdora wêstgeha elektrîkê ya gundewarê Til Temir, ku nêzîkî binkeya Rûsî ye, li bakurê Til Temir, topbaran kir, di encama vê yekê de leşkerekî Sûriyê birîndar bû.
Berî 2 rojan jî artêşa Tirkiyê û çeteyên wê 3 gundên Til Temirê topbaran kiribûn û di encam de jinek birîndar bibû.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku piştî êrişan li herêmê koçberiyê destpê kiriye.