Tebax 14, 2021 22:16 Asia/Tehran
  • Tirkiye gundewarên Til Temirê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundewarên Til Temir topbaran kirin û di encamê de hejmarek ji welatiyên gundên nêzîkî sengerên şer koçber bûn.

Berdevkê Hêzên Sûrya demokrat (HSD) Aram Hena ragihand, ku Tirkiyê û çeteyên wê bi topbaranê kirina gundên Til Temirê ziyaneke mezin gihandin malên welatiyan.

Herweha Aram Hena got, hêzên wan bersiva wê êrîşê dan û daxwaz ji Rûsyayê kir ku li hember topbaranên Tirkiyê bê helwest û bê deng nemîne.

Li aliyê din şeva borî, cendirmeyên Tirkiyê li ser sînorê  nêzîkî bajarê Kobanî, 2 ciwanên Kurd bi tundî îşkence kirine.

Li gor çavkaniyên xwecihî, dema ku welatiyên bi navên Şiyar Mihemed Elî û Mistefa Ehmed, li rojavayê bajarê Kobanî, nêzîkî sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de bûne, cendirmeyên Tirkiyê êrîşî wan kirine.

Li gor heman çavkaniyan, cendirmeyên Tirk ew herdu ciwanên Kurd bi tundî îşkence kirine û bi giranî birîndar bûne.

Herdu ciwanên ku xelkê gundê Mînas li rojavayê Kobaniyê ne, li nexweşxaneke bajarê Kobanî çareseriya pizîşkî werdigirin.

Artêşa Tirkiyê li gel grûpên çete, piştî vekişîna Amerîkayê ji hejmareke navçeyên sînorî, êrişeke berfireh ser kurdan li bakur û rojhilatê Sûriyê dabûn destpêkirin.

Di encamê de bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî ku di bin kontola HSDê bûn dagir kirin.

Serepeyv