Tebax 14, 2021 16:38 Asia/Tehran
  •  Piştî topbarana dijwar, hêzên Rûsyayê serdana eniyên şer ên li Zirganê kirin

Piştî ku gundewarê navçeya Zirganê rastî topbaraneke dijwar ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve hat, şandeyeke hêzên Rûsyayê serdana bereyên şêr ên li gundewarên navçeya Zirganê kir.

Duh bi şev dewleta Tirkiyê ku gelek deverên Sûriyê dagir kirine û çeteyên wê bi dijwarî gundewarên navçeya Zirganê topbaran kirin. Ji bo şopandina asta zirarên topbaranê, şandeyeke hêzên Rûsyayê serdana bereyên şer kir.

Di nava şandeya Rûsyayê de generalekî payebilind heye û di van kêliyan de gera xwe ya li ser gundên ku hatine topbarankirin, didomîne.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê  berdewam hewayî û bejahî deverên sivîl di nav axa Sûriyê de bombebaran û topbaran dikin ku heya niha bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûne û gelek xisarên madî jî li sûriyan ketine. 

Serepeyv