Tebax 03, 2021 11:13 Asia/Tehran
  •  Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihnd ku li herêmê 12 kesên din bi Koronayê ketine û 2 kes jî jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên li herêmê 2 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa tekez kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 kesên din bi Koronayê ketine, 6 mêr in, 6 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 4

Qamişlo: 3

Dêrik: 2

Reqa: 1

Tebqa: 2

Mistefa destnîşan kir ku kesek baş bûye.

Bi van daneyan re, heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 hezar û 689 kes bi Koronayê ketine, 768 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 897 kes baş bûne.

Serepeyv