Li Qamişlo du teqîn qewimîn – Du jin birîndar bûn
Tîrmeh 31, 2021 19:58 Asia/Tehran
Li bajarê Qamişlo yê bakurê rojhilatê Sûriyê du teqîn qewimîn.
Asayişa xwecî ya herêmî ragihandiye, îro li taxa Tey ya Qamişlo du teqîn qewimîn.
Li gorî agahiyan, di wan teqînan de du jin birîndar bûn, her du jî niha li nexweşxanê hatine razandin.
Heta niha nayê zanîn ew teqîn ji aliyê kê ve hatine kirin lê asayişê ragihandiye, ewê li dû şaneyên veşartî yên terorîstan bigerin.
Serepeyv