Tîrmeh 28, 2021 18:38 Asia/Tehran
  • Qalîbaf û Bişar Esed li Şamê civiyan

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê li şamê bi serokomarê Sûriyê ra civiya.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê îro Çarşemiyê di roja duyem a sefera xwe bo Sûriyê digel Bişar Esed serokomarê vî welatî civiya û derbarê xurtkirina pêwendiyên aborî pê ra şêwirî.

Di vê hevdîtinê da ku li Saziya serokomartiya Sûriyê pêk hat, desteya hevrê digel Qalîbaf û Mehdî Subhanî balyozê Îranê li Şamê û Hemûde Sebax Serokê Parlimana Sûriyê jî hebûn.

Vekolandina rêkarên xurtkirina pêwendiyên aborî navbera Şam û Têhranê bi mebesta têkoşîna dijî dijminên Bereya Berxwedanê ku şerê terorîsma aborî dijî welatên vê bereyê dest pê kirin, ji mihwerên herî girîng ên sefera Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bo Sûriyê ye.

 

Serepeyv