Amadetiya kurdên Sûriyê ji bo gotûbêja bi Şamê ra
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i327417-amadetiya_kurdên_sûriyê_ji_bo_gotûbêja_bi_Şamê_ra
Kurdên Sûriyê ku bakur û rojhilat vî welatî kontrol dikin bi awayekî fermî amadetiya xwe jibo gotûbêja bi dewleta Şamê ra ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2021 04:46 Asia/Tehran
  • Amadetiya kurdên Sûriyê ji bo gotûbêja bi Şamê ra

Kurdên Sûriyê ku bakur û rojhilat vî welatî kontrol dikin bi awayekî fermî amadetiya xwe jibo gotûbêja bi dewleta Şamê ra ragihand.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Piştî daxwaza wezîrê karên derve yê Rûsiyê ji kurdên Sûriyê jibo gotûbêja bi dewleta Şamê ra, beşa pêwendiyên derve ya Kurdên Sûriyê ku bakur û rojhilat vî welatî kontrol dikin roja şemiyê bi daxuyaniyekê bersiva erênî da daxwaza Rûsiyê.

Kurdên Sûriyê di vê daxuyaniyê da tevî amajeya bi vê yekê ku qeyrana Sûriyê tenê bi riya gotûbêj û hevtêgihîştina sûrî-sûrî dê were çareserkirin, ragihand ku di vê rêkê da dê hemî hewla xwe jibo bidestxistina vê armancê ji wan bi riya gotûbêja bi Şamê ra pêk bîne.

Sêrgêy Lavrov roja Îniyê di press konferansa digel Enduletîf Ziyanî hevpîşeyê xwe yê behreynî li Moskoyê, kurdên Sûriyê jibo gotûbêja bi Şamê ra vexwendin.