Peyama Bişar Esed bo Sen'ayê; Teqeziya Sûriyê ser xurtkirina pêwendiyan digel Yemenê
Hezîran 23, 2021 10:10 Asia/Tehran
Serokomarê Sûriyê di peyamekê da bo Serokê Konseya bilind a siyasî ya dewleta Rizgariya Yemenê li ser hevahengiya navbera du welatan û xurtkirina pêwendiyên dualî teqez kir.
Serokomarê Sûriyê di peyamekê da bo Serokê Konseya bilind a siyasî ya dewleta Rizgariya Yemenê li ser hevahengiya navbera du welatan û xurtkirina pêwendiyên dualî teqez kir.
Li gorî rapora kanala El-Mesîreyê, Bişar Esedê serokomarê Sûriyê êvara Sêşemiyê peyameke sipasiyê ji Mehdî Meşat, Serokê Konseya bilind a Siyasî ya Yemenê ra şand.
Wî di vê peyamê da tevî hêviya aştî, aramî û pêşketina zêdetir jibo gelê Yemenê, pesna helwêstên vî welartî di piştgiriya ji gelê Sûriyê û vîna azad û biryara serbixwe ya wê da.