Hezîran 21, 2021 15:11 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî.. Grûpên çekdar 11 welatiyên kurd revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bi her awayekî zorê li Kurdên Efrînê dikin û bi buhaneyên cuda direvînin.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, bi her awayekî zorê li Kurdên Efrînê dikin û bi buhaneyên cuda direvînin.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Medenî roja 17ê Hezîranê welatiyê bi navê Husên Kalo ji gundê Şêxorzê yê navçeya Bilbilê revand.

Heman grûpê roja 14ê Hezîranê welatiyê bi navê Mihyedîn Ebdulla Dawod ji gundê Etmana revandiye.

Herwiha grûpa Polîsa Leşkerî roja 16ê Hezîranê welatiyê bi navê Zekeriya Xilo û kurê wî Osman ji bajarê Efrînê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gundê Hêkiçê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve, grûpa çekdar El-Weqas roja 17ê Hezîranê welatiyê bi navê Mistefa Şêx Mistefa revandiye.

Grûpa Polîsa Leşkerî roja 17ê Hezîranê du zarokên bi navê Henan û Menan Betal ji taxa Mehmûdiyê ya Efrînê revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gundê Çeqelê Cûmê jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 17ê Hezîranê ciwanê bi navê Subhî Cemîl Soranî revand.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn jî, Polîsa Leşkerî ji berî mehekê ve 3 kes (Mihstefa Mihemed Husên, Husên Mistefa Husên û Izedîn Yûsif Husên) revandine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.

Derbarê kiryar û binpêkirinên grûpên çekdar de, Berpirsê Komîteya Qanûnî ya ENKS Redwan Sîdo roja 16ê vê mehê ji K24ê re ragihand, binpêkirinên mafên mirovan û tawanên li Efrînê tên kirin, digihin asta tawana qirkirina bikomî û divê alî û kesên van tawan dikin bêne dadgehkirin û cezakirin.”

Serepeyv