Hezîran 17, 2021 09:50 Asia/Tehran
  •  Li Qamişloyê yekem neştergeriya vekirî ya dil pêk hat

Li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn "neştergeriya vekirî ya dil" bi destê bijîşkên bajêr, bi şêweyekî serketî, hat kirin.

Neştergeriya vekirî ya dil, li Nexweşxaneya Dil û Çavan a bajarê Qamişloyê, ji bo nexweşê bi navê Elwan Mihemed ê 57 salî hat kirin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mistefa, derbarê vê neştergeriyê de daxuyaniyek da û got "Tîma bijîşkî ya ku ev neştergerî kiriye doktorên herêmê ne, emeliyat bi serkeftineke mezin hate kirin û rewşa nexweş jî baş e.”

Li Şamê ev neştergerî bi hezar dolarî çêdibû, ji xeynî westabûna rêya dûr û mersefên din, lê niha Li Qamişloyê bi 200 dolaran hate kirin.

Vê carê ne li Şamê, lê li Qamişloyê yekem neştergiriya vekirî ya dil li nexweşxaneya dil û çavan li bajarê Qamişloyê hate kirin.

Ilwan Mihemed ê 57 salî ku pêdiviya wî bi çarserkirinê hebû, doh neştergeriya pêwîst ji bo wî pêk hat û bi ser ket.

Neştergiriya ku ji aliyê 8 bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate kirin, pêşbînî dikirin ku rêjeya serkeftina neştergeriyê ji sedî 95 be.

Bijîşkê ku ev neştergiriyê pêk anîye da zanîn ku piştî encama serkeftî ya vê emeliyatê çend nexweşên din jî dixwazin heman neştergeriyê bikin.

Eger ev emelyat li Şama paytextê bihata kirin wê xerciyên herî kêm hezar dolar ba, lê Li Qamişloyê derdora 200 dolar lê çû.

Ji xeyinî erzaniyê jî, êdî ji niha û pê de xelk zehmetiya rêya çûn û hatinê nabînin.

 

Serepeyv