Hezîran 15, 2021 00:18 Asia/Tehran
  • Li Dêrikê ji ber teqîna gulla hawanê ya mayî ji ber cengê 2 kes dimirin û 5 jî birîndar dibin

Li bajarê Dêrikê yê ser bi Cizîra bakurê rojhilatê Sûriyê di teqîna mayinekê de 2 zarokan canê xwe ji dest dan û herwiha 5 kesên din jî birîndar bûn.

Li gundê Mozelanê yê Dêrikê zarokekî 12 salî ku Ereb e û bavê wî şivanê pezê wî gundî ye, pezê xwe dibe cihê Heqil Remî, yanî cihê perwerdeya li ser çekan û hawineke ne teqandî dibînin, wê hawinê bi xwe re dibe malê.

Dayik û bavê wî razayî ye, ew û zarokên din bi wê hawinê dilîzin, ji nişkêve gulleya hawinê di nav malê de bi wan ve diteqe.

Di encama vê bûyerê de herdu zarokên 7 salî û 9 salî jiyana xwe ji dest didin, dayik û bav, xuşka wan a 12 salî û 2 zarokên din ku xelkê wî gundî ne û li wê malê bûn birîndar dibin.

Heqil Remî derdora 500 metreyan nêzîkî gundê Mozelanê ye.

Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin şandin.

Serepeyv