Hezîran 14, 2021 23:26 Asia/Tehran
  • Neteweyên Yekbûyî êrîşa li ser Efrînê şermezar kir

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen êrîşa li ser nexweşxana bajarê kurdnişîn ê Efrînê yê bakurê Sûriyê şermezar kir û got ku vê êrîşê îsbat kir ku divê agirbesteke li seranserî Sûriyê were ragihandin û li gorî biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navnetewî krîz were çareserkirin.

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen derbarê êrişa li ser Efrînê de  daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Ez êrîşa li ser Nexweşxana Şîfa ya bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê ku di wê êrîşê de welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û beşek ji nexweşxanê wêran kirin, bi tundî şermezar dikim.”

Pedersen tekez kir ku êrişên bi wî rengî nayên qebûlkirin û beşek ji karmendên tendirustiyê bûne qurbanî û got: “Êrîşên wiha yên tirsnak ên li hemberî sivîlan û binavahiyên sivîl, nayên qebûlkirinê û divê êriş bêne rawestandin."

Pedersen herwiha diyar kir ku divê hemû aliyên ku di şerê Sûriyê de beşdar in, pabendî qanûnên mirovî yên navneteweyî bibin û ji bo parastina can, mal û milkên sivîlan bixebitin.

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku êrîşa li ser nexweşxana Efrînê û tundûtujiya li Sûriyê ya berdewam nîşan dide ku divê agirbesteke berfireh li Sûriyê were ragihandin û hewl  ji bo cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navnetewî bêne dayîn.

Li Efrînê, di êrîşa 12ê Hezîrana 201ê ya li dijî nexweşxane û navenda bajêr de, 14 kesan canê xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn.

LI gor çavkaniyên herêmî piraniya êrişên wiha ji aliyê artêş Tirkiyê û çeteyan pêk tên da ku xelkê kurd neçar kin terka bajêr bikin û Tirkiye bikare bi hêsaniya projeya guhertina demografiya navçê pêşve bibe. 

Serepeyv