May 30, 2021 16:13 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî - 3 welatî ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

Her welatiyekî kurd li Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran ve tê revandin, tometa “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” re arasteyî wî dibe.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Bi armanca tirsandin û standina pereyan ji kurdên Efrînê û neçarkirina wan ku koçber bibin, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, bi bihaneyên cuda kurdên Efrînê direvînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, grûpa çekdar a bi navê Feyleq El-Şamê ji roja 27 Gulanê ve 2 kes bi tometa pêwendiyên wan bi Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê a bi navê 'Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê' re hene ji gundê Meydan Ekbesê li navçeya Raco revandin.

Kesên hatine revandin navên wan Şewqî Mistefa (65 salî) û Horo Ehmed (37 salî) ne.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, grûpa Polîsa Leşkerî li rêbenda bajarê Ezazê xortê bi navê Beşar Osman Osman yê ji gundê Kefir Cenê bi tometa pêwendiya wî bi 'Rêveberiya Xweser' re heye revandin û ji bo zîndana bajarokê Raî hatiye veguhastin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, her welatiyekî kurd li Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran ve tê revandin, tometa “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” re arasteyî wî dibe, di demekê de ku ti kesekî ereb yan tirkmen bi tometa ku pêwendiya wî berê bi Partiya Beis re hebû nayê girtin.

 

 

Serepeyv